Êrdima Pira Gendenê (Cendere köprüsü bölgesi)
Em û hevalan, havînê çûne Pira Gendenê ji bona naskirin û naskirindina erdima me. Hevalên me yê Kahta Gazeteciler Cemiyeti’yê gişk pirr keyfxweş bûn.
Bi îzna Xwedê, îsal pê ra em ê dîsa herine Pira Gendenê k’ em tev xwerinekê jî bixwin û vê gerê bikin çalakîyeke çandinî ya salane.
Pira Gendenê abîdeyek mezin e û tarîxa xwe jî pirr ê kevn e. Turistên ku têne Çîyê Bêli, (Nemrut) siftê têne Gendenê, digerin, çayekê vedixwin û dû ra jî derine Çîyê Bêli…
Mimkûn e ku meriv danzde mihe yê salê ji erdima Pira Gendenê îstifade bike. Ji ber ku cîyê xwe î nizm e û zivistanan berf rê naxetimîne mîna Çîyê Bêli.
Me hêvî heye ku va mintiqa zêdetir were pêş çavan.
Kemal Kutlu
Serokê Kahta Gazeteciler Cemiyeti’yê