K’em Zemanê Pixêmber da ornegikê bidin.
Keçikik û lawikik zewicin. A, çel royî zewaca xwe dewam kir. A, roya çelyeka, jinikê, îllam, go “e dikim te berim ba Pixêmber ku ti mi berdî”
Merik çito kir, çarê li jinikê nedî.
A, jinikê merik, bi zorê, pîya digrîye, diwîye. Niva mêrik pirr li pêşîya xwe nanirîye. A, wir dî ki mêrik keti kortekê, nig şikeşt.
A, jinikê merik pî kir, bir cem qirixçî. Nigê wî doxri kir, bir mal. A, gûhi daî ê. Merik newerîye ki pirsa lê wike.
Jinikê go “Çima ti newêrîye pirsa li mi wikî?”
go “Ti dikî mi berdî. E wêrime ki pirsa li te wikim.”
go “na, na”
go “Çima?”
go “Roya çelyeka, bi roya nîvro, Pixêmber weez da.” go “ez i li wir bûm. Mi gûhi dida ser.”
gotîye ki “Çelroyî ki nexweşîyek, mûsîbetek, tiştek nê ser însên, ewna ne dostê Xwedê ne. Ewna bîra Xwedê nakevine.”
” A, mi ti birî k’e te berdim. Ki nigê te şikeşt. A, mi go, tezê, em bîra Xwedê ketin. A, em dostê Xwedê ne. A, zewaca me dewam dikîye.”
Ki însanik di çelroyî da nexweş newe, serê xwe niêşe, siqintîk nê, ewa ne dostê Xwedê ye. Geres ku Xwedê tiştekî bi wana binimîne.
A, Xwedê li we î razî we.
Berhevkirin: Kemal Kutlu